Pasînyan ji Von der Leyen re: Ermenistan li bendê ye ku bi Komîsyona nû ya YEyê re bixebite
PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan ji ber avakirina komisyona nû ya YEyê, siyasetmedara alman, Ursula von der Leyen pîroz kir.
Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan di peyama xwe ya Xê de got: “Hikûmeta Ermenîstanê li bendê ye ku ji nêz ve bi Komîsyona nû ya YEyê re bixebite da ku hevkariya Ermenistan û Yekîtiya Ewropî ber bi qonaxên nû ve pêş ve bibe."
Piraniya endamên Parlamentoya ewropî roja çarşemê erêkirina dawî dan Komîsyona Ewropî ya nû ya Ursula von der Leyen ku destûrê dide rêveberiyê ku di 1ê lanûnê de dest bi kar bike û çerxa qanûnî ya pênc-salî bide destpêkirin.
Komisyona pêşniyarkirî 370 dengên erê, 282 dengên na û 36 dengên bêalî ji parlementerên Strasboûrgê wergirt û vê têra derbasbûnê kir.
Komisyona pêşniyarkirî 370 dengên erê, 282 dengên na û 36 dengên bêalî ji parlementerên Strasboûrgê wergirt û vê têra derbasbûnê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin