Leyen careke din bû Seroka Komîsyona Ewropayê

18 July 2024 16:10 0 dîtin
Leyen careke din bû Seroka Komîsyona Ewropayê

PeyamaKurd - Parlamena Ewropayê (PE) biryar da ku heyama serokatiya Ursula von der Leyen cara duyem dirêj bike.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen, di dengdana îro ya PEyê de careke din wek Seroka Komîsyona Ewropayê hat hilbijartin.

Von der Leyen ji 720 parlementan dengê 401 parlementan wergirt û cara duyem bû Seroka Komisyonê.

Beriya dengdanê Sosyalîst û Sosyaldemokratan (S&D) ku duyemîn koma herî mezin a parlamenê ye, ragihandibûn ku ew ê piştgiriyê bidin Leyen. Keskan ku 53 kursiyên wan hene jî diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin Leyen.

Partiya Muhafezekar û Reformîst a Ewropayê (ECR) ku ji aliyê partiyên rastgir ên Ewropayê ve hatiye avakirin, diyar kir ku endamên wê dikarin ji bo jinûve hilbijartina Ursula von der Leyen bi her awayî dengê xwe bidin, lê belê piraniya lijneyên neteweyî wê li dijî vê yekê deng bidin. Dengên Partiya Birayên Îtalyayê (FdI) ya Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni ku ji 78 parlamentên ECRê 24 parlamentên wê li parlamenê ne, diyarker bûn.

Koma Çep a ku ji aliyê partiyên sosyalîst û komunîst ve hatiye avakirin, piştî biryara Dîwana Dadê ya YEyê ku biryar dabû Komîsyon di peymanên kirîna derziyan de ne zelal bûye, diyar kir ku von der Leyen ne şayan e ku careke din bibe serok.

Koma çep ji bo taloqkirina namzediya von der Leyen li PEyê deng da, lê belê, ev hewldan bi ser neket.

Di dengdayînê de 531 parlementan dengên “berdewam” dan, 101 jî ji bo taloqkirinê deng dan.