Seroka komîsyona YA yê Leyen: Wexta danîna dorpêçan ya ser Îranê hatiye
PeyamaKurd – Seroka komîsyona Yekîtiya Awrûpayê Ursula von der Leyen, ragihand ku wext hatiye li ser mijara çalakiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dorpêçan deynin ser Îranê. Von der Leyen, axaftina xwe di civîna serkonsolosên welatên Yekîtiya Awrûpayê ya li Brukselê de, kir. Leyen weha got:
“Divê em ji şiddetê re bêjin bila bisekine. Divê jin karibin bijartinan bikin. Divê em berpirsên ji şiddeta ser jinan, ji kiryaran berpirs bigrin. Ez bawerim wext hatiye ku em dorpêçan deynin ser berpirsiyaran. Nabe ku şiddeta ser xelkê Îranê, bê bersiv bimîne.”
Parlementoya YA yê hefteya borî li ser bûyerên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê biryarekî qebûl kiribû, li ser kuştina Jîna Emînî lêpirsînekî bêteref xwestibû û xwestibû ku çalakvanên girtî serbest bên berdan. Ji rêvebiriya YA yê jî xwestibû ku kesên ji kuştina Jîna Emînî berpirsin, dorpêçan deynin ser wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin