Biden, seroka komîsyona YA yê Leyen qebûl kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden seroka komîsyona Awrûpayê Von Der Leyenê li Koşka Sipî qebûl kir. Leyen li ser mijara pirsgirêka koçberan ya li Polonyayê ragihand ku wê dorpêçên ser Belarûsê fireh bikin. Piştî hevdîtinê Leyen li Koşka Sipî ji bo rojnamevanan şiroveyan kir.
Leyen got ku bi Biden re hevdîtineka erênî kirine û lihev kirine da aşikirinê zêdetir bikin. Leyen got ku di civînê de li ser mijara Ûkraynayê û pirsgirêka koçberan ya di navbera Belarûsê û Polonyayê de axifîne, hem wê dorpêçên li ser Belarûsê firehtir bikin. Dorpêç wê ji bo rêxistin, dezge û kesaye. Leyen Belarûsê rexne kir û weha got:
“Van bûyerên dibin, ne krîza koçberan ya navbera Polonya û Belarûsê ye. Ev rejîma otokratîk ya Mînskê ye ku hewl dide rihetiya cîranên xwe xerab dike.”
Koçberên bi qanûnî diçin Belarûsê dixwazin derbasî Polonya bibin û di navbera her dû dewletan de bûye arîşe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin