Mark Rutte: “Ez bawerim dê Ursula von der Leyen bê hilbijartin”
PeyamaKurd – Piştî hilbijartina parlementoya Ewrûpayê lîderên Yekîtiya Ewrûpayê bi awayekî ne fermî civiyan da rêvebirên xwe di asta bilind de bibjêrin. Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte got:
“Ez bawerim dê Ursula von der Leyen bê hilbijartin”
Serok û serokwezîrên 27 welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo 5 salan serpereştên xwe bibijêrin li payîtexta Belçîkayê li Brukselê civiyan. Wê ji bo bijartina serokê konseya Ewrûpayê, serokê Komîsyona Ewrûpayê û nûnerê bilind yê karên derve û polîtîkayên ewlehiyê rêvebirên xwe bibjêrin.
Bende ne ku seroka komôsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen cara duyem bê hilbijartin ku ji sala 2019an heya niha vî karî dike.
Şêwra navbera lîderên Yekîtiya Ewrûpayê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin