Ursula von der Leyen: Moldova ber bi endamtiya YA yê de bilez diçe
PeyamaKurd – Seroka komisyona Awrûpayê Ursula von der Leyen ragihand ku Moldova di rêya endamtiya Yekîtiya Awrûpa de baş dimeşe û YA yê destekê dide Maldovayê. Von der Leyen ragihandina xwe bi serokkomara Maldovayê bi Maya Sandu re kir. Leyen got ku wê endamtiya Maldovayê di nav çend hefteyan de li gor rapora ku bigihê destê wan dê binirxînin û wê YA di meha dawiya salê de, dê konsey di derbarê endamtiya Maldova de biryarê bide. Leyen, bi Maya Sandu re li payîtexta Maldovayê li Kişinevê, berya civîna Civaka Siyasî ya Awrûpa destpêbike daxwuyanî dan. Leyen got:
“Em bi xelkê Maldova re ne. Her pêngava ku hun ber bi YA de davêjin, em we destek dikin. Ez Maldovayê teqdîr dikim. We rojên gelek zahmet dît. Lê we bêhtir serxwebûn û azadiya xwe sitend. Hun ji bazara dinyayê xaza xwe dikarin bikirin û ji bo enerjiyê veberhênanê dikin.”
Serokkomara Maldovayê Sandu jî got ku ew dilxweşe ku lîderên Awrûpayê li welatê xwe kiriye mêvan, pê serbilinde û nîşan dide ku Maldova bi tenê nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin