Welatên Awrûpayê bi Tirkiyê re têkiliyên dîplomatîk zêde kirin

18 May 2022 22:12 0 dîtin
Welatên Awrûpayê bi Tirkiyê re têkiliyên dîplomatîk zêde kirin

PeyamaKurd – Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın bi rêya telefonê û hem li ser daxwaza rêvebirên Awrûpayê bi şêwrmendê siyaseta derve yê Şansolya Almanya, bi sekreterê dewletê yê wezareta karên derve yê Îsweçê, serşêwirmendê serokê Fînlandiya Petri Hakkarainen, bi şêwirmendê netewî yê Îngîltere bi Stephen Lovegrove û bi şêwirmendê netewî yê ewlehiya Amerîkayê Jake Sullivan re axifî. Daxwaza axaftina telefonê ji Awrûpiyan hat û Kalın di axaftinên xwe de li ser têkiliyên duqolî, şerê Rûsya û Ûkrayna, endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya ji bo NATO yê û mijarên herêmê axifî.

Kalın di axftina xwe de behsa pirsgirêkên Tirkiyê yên di navbera Tirkiyê, Îsweç û Fînlandiyayê ji wan re kiriye û xwestiye ku ji bo çareseriya pirsgirêkan gavên berbiçav bavêjin û endîşeyên Tirkiyê çareser bikin. Di axaftinan de Kalın ragihandiye ku divê dewletên NATO yê, îznê nedin hebûna rêxsitinên weka PKK/PYD/YPG û FETÖ yê.

Tirkiye her weha ji wan xwestiye ku di seha sanayiya bergiriyê de ew qedexeyên îxracatê yên ku danîne ser Tirkiyê rakin.