Zelenskiy: Em amadekariya danîna têkiliyên dîplomatîk bi Sûriyê re dikin

02 January 2025 20:01 0 dîtin
Zelenskiy: Em amadekariya danîna têkiliyên dîplomatîk bi Sûriyê re dikin

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, piştî hilweşîna rejîma Beas a 60 salan û deshilata Beşar Esed, derbarê pêwendiyên dîplomatîk bi Sûriyê re duxyanî da.

Zelensy, piştî serdana Şamê ya Wezîrê Derve yê Ukrayna Andrii Sybiha û Wezîrê Çandiniyê Vitaliy Koval li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek parve kir.

Serokê Ukraynayê got, "Em îsal, dikarin li lîsteya şirîkên xwe hin welatên din jî zêde bikin. Bi taybetî ji bo destpêkirina pêwendiyên dîplomatîk ligel Sûriyeyê em amadekariyê dikin. Em hewla ji nû ve pêkanîna hevkariya pêwendiyên dîplomatîk di rêxistinên navdewletî de didin. Ez spasiya îstixbarata me dikim ku zemîna van danûstandinan çêdike.”