Îran û Behreyn pistî 8 salan têkiliyên xwe yên dîplomatîk normal dikin
PeyamaKurd – Îran û Behreynê piştî 8 salan biryar dan ku ji bo jinûve avakirina têkiliyên dîplomatîk dest bi hevdîtinên dualî bikin.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Elî Baqerî bi Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebdulletîf Bin Reşîd El-Zeyyanî re ku ji bo beşdarî Civîna Wezîrên Karên Derve ya Diyaloga Hevkariya Asyayê (ACD) bibe hatibû Tehranê, hevdîtin kir.
Di daxuyaniya hevpar a ku piştî hevdîtinê hat dayîn de hat destnîşankirin ku her du wezîr li ser destpêkirina hevdîtinên dualî ji bo ji nû ve avakirina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Tehran û Manamayê de ku 8 sal berê qut bûbûn, li hev kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Behreynê ji bo beşdarbûna Civîna Wezîrên Derve yên Diyaloga Hevkariya Asyayê hat Tehranê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin