Herdu welat, pistî 6 salan têkiliyên xwe asayî dikin
PeyamaKurd- Di agahiyên ku hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Îmarat û Qeterê de ji nû ve hatin avakirin.
Li gorî hat ragihandin, di navbera welatên Kendavê, Îmarat û Qeterê de têkiliyên dîplomatîk ji nû ve hatin danîn û hat eşkerekirin ku Wezareta Karên Derve ya Qeterê îro balyozxane bi hev re hatin vekirin.
Hat zanîn ku piştî vegerandina pêwendiyên dîplomatîk, wezîrên derve yên herdu welatan jî pêwendiyeke telefonî danîn.
Nîsana borî, raportên ku dê di navbera herdu welatan de asayîbûn çêbibe, di çapemeniyê de cih girtibû.
Di sala 2017an de Îmarat li gel Erebistana Siûdî û çend welatên din ji ber nakokiyên curbicur biryar da ku asta pêwendiyên xwe yên bi Qeterê re daxin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin