Iraqê, pistî 100 salan berhemên xwe ji wî welatî vegerandin

10 May 2023 13:30 0 dîtin
Iraqê, pistî 100 salan berhemên xwe ji wî welatî vegerandin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliye Serokomarê Iraqê ve hatin ragihandin, Rêveberiya Iraqê; bi hezaran berhemên xwe yên dîrokî, ji Brîtanyayê vegerandin.

Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, li ser vegerandina berhemên navborî, li Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Reşîd got ku wan 6000 parçe berhemên dîrokî yên ku ji bo lêkolînên zanistî di sala 1923yan de biribûn Brîtanyayê, car din li welatê xwe vegerandine ku ev dibe vegerandina mezintirîn a duyemîn a berhemên Iraqê.

Serokomarê Iraqê got, “Em hêvîdar in ku berhemên dîrokî yên li Brîtanyayê, ji bo zanyar û lêkolînerên xebatên zanistî û her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê, bûbe sedema sûdwergirtinê.”

Reşîd bal kişand ser wê yekê ku ew ê berdewam bin ji bo vegerandina berhemên dîrokî yên ku ji Iraqê hatine dizîn û birine derveyî welêt û ji bo hevxemiya wê di parastin û vegerandina 6000 berhemên ku ji bo welêt hatine şandin, spasiya hikûmeta Brîtanyayê kir.