Pistî 5 salan deriyê sînorê Sûriye-Iraqê vebû
PeyamaKurd – Piştî 5 sal bi ser de derbas bûn, deriyê sînorî yê Sûriye-Iraqê li herêma Dêrazorê yê Elbukemal-Qaimê ji nû ve hat vekirin.
Deriyên Elbukemal-Qaîmê sala 2014an piştî êrîş û dagirkeriya rêxistina terorîst DAIŞê hatibû girtin û piştî 5 salan ji nû ve hat vekirin.
Li gorî ragihandina çavkaniyê herêmê, deriyê sînor ê li beramberê parêzgeha Dêrazorê yê Iraq û Sûriyê ji nû ve hatiye çalakirin.
Rejîma Sûriyê bajarê Elbukemalê sala 2017an ji destê DAIŞê derxistibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin