Ji Iraqê pistî 36 salan yekem peyama Enfalê: Sersaxî hat xwestin!
PeyamaKurd - Piştî 36 salan bi ser Enfala Barzaniyan de, Wezareta Berevanî ya Iraqê yekem car sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest.
Wezîrê Berevanî yê Iraqê Necah Şemerî bi sedema 36emîn salvegera bîranîna şehîdên jenosîda Enfala Barzaniyan peyamek belav kir û yekem car wek Wezareta Berevanî ya Iraqê sersaxî ji malbatên qurbaniyan û gelê Kurd re xwest.
Necah Şemerî di peyama xwe de got, ew û hemû karmend û endamên Wezareta Berevanî ya Iraqê, sersaxiyê ji gelê Kurd re dixwazin ku ew prose tawaneke mirovî ya hemû mirovatî û cîhan hejandiye bû.
Li ser vê peyamê endama parlementoya Iraqê Hedar Barzanî ji medya Kurdistanê re da xuyakirin ku ew gaveke baş e:
“Piştî rûxana rejîma Beesî di sala 2003yan de û piştî 36 salan Enfala Barzaniyan, Wezîrê Berevanî yê Iraqê hate deng û ev yekem car e sersaxî li Kurdan dike.”
Hedar Barzanî bi bîr xist ku ev destpêkeke baş e ji bo hestkirina berpirsayetiya exlaqî û siyasî, li ser wan tawanên ku li dijî gelê Kurd hatine kirin û herwiha gaveke ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyan e.”
Barzanî got: “Hêvîdar im tevahiya berpirs û desthilatdarên Iraqê li ser navê dewleta Iraqê lêborînê ji gelê Kurd bixwazin û kar bikin bo enfal bi şêweyekî fermî belge bikin û qerebûya ziyanpêketiyên kesûkarên qurbaniyan bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin