Amerîka pistî 40 salan hêzên xwe ji herdu giravan vedikisîne!
PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Serokê Amerîka Joe Biden ên li ser Erebistana Siûdî, du giravên Deryaya Sor ên navbera Misir, Erebistana Siûdî û Îsraîlê ji nû ve ketin rojevê.
Li Giravên Tîran û Sanafîr ên nêzîkî peravên Îsraîlê, 40 sal in ku hêza aştiyê ya navdewletî hatiye bicihkirin ku di 2017an de Misrê serweriya wan giravan dabû Erebistana Siûdî.
Biden di serdana xwe ya rojhilata navîn de, got ku êdî wê hêzên amerîkî ji wan herdu giravan vekişin.
Niha li wan giravan li gorî peymana sala 1982yan piştî şerê Ereb-Îsraîlê hatiye îmzekirin, di çarçoveya hêza aştiyê de; hêzên Amerîka, Almanya, Holanda, Norwêc, Finlandiya, Swêd, Swîsre, Japonya û Koreya Başûr dimînin.
Biden li ser vekişînê daye xuyakirin, wan ligel Mihemed bin Selman rêkeftineke dîrokî pêk aniye û gihîştiye wê biryarê ku hêzên aştiyê yên 40 sal in li wan giravan dimînin, werin vekişandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin