Bilinken pistî 5 salan wek yekem rayedarê payebilind ê Amerîkayê çû Çînê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken wekî rayedarekî payebilind ê Amerîkayê piştî 5 salan, îro 18ê Hezîranê bi serdaneke fermî gihîşte Çînê.
Ev serdana Blinken di demekê de ye ku Washington û Pekînê di nava pênc salan de hewl didin ku aloziyên di navbera xwe kêm bikin.
Blinken berî ku biçe Pekînê, li Washingtonê axivî û got ku ew dê hewl bide pêwendiyên welatê xwe yên bi Çînê re "bi berpirsiyarî" birêve bibe û rêyên ji "şaşfêmkirinê" di navbera her du welatan de dûr bixe.
Blinken diyar kir, “Rikeberiya tund pêdivî bi dîplomasiya domdar heye da ku rikeberî veneguhere pevçûn yan jî nakokiyan.”
Ev serdana Blinken berhema hevdîtina meha Mijdarê ya di navbera Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Çînê Xi Jinping a li Balîya Endonezyayê ye û bi vê serdanê tê xwestin pêwendiyên herdu aliyan werin nermkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin