Herdu welat, pistî 12 salan dest bi hevdîtinan dikin
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên hikûmeta Japonyayê ve hat ragihandin ku Rêberên Japonya û Koreya Başûr xwe amade dikin ku serdanên welatên hevdu yên ku di sala 2011an de hatibûn qutkirin, ji nû ve bidin destpêkirin.
Li gorî agahiyên ku ji aliye hikûmetê ve hatin ragihandin, rêberê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol dê di nav hefteyekê de ligel hevjîna xwe Kim Keon Hee serdana Japonyayê bike.
Serokwezîrê Japonyayê Kishida Fumio ragihand ku piştî ragihandina serdana Yoon, ew bi biryar in ku têkiliyên navbera Tokyo û Seulê baştir bikin.
Sekreterê kabîneyê Matsuno Hirokazu Koreya Başûr wekî "hevkarek girîng a ku li dijî dijwariyan pê re bixebite" bi nav kir.
Di daxuyaniya Ofîsa Serokomariyê ya Koreya Başûr de hat diyarkirin ku ev sefera ku wekî "kevirekî girîng" hat binavkirin, dê bibe nîşana ji nû ve destpêkirina serdanên rêberan.
Bi vê daxuyaniyê bal hat kişandin ser girîngiya welatên cîran ku "ji bextreşiyên berê derbas bibin, ber bi pêşerojê ve bi pêş ve biçin" û hevkariya ewlehiyê ya dualî berfireh bikin.
Tê çaverêkirin ku rêberê Koreya Başûr ku dê di çarçoveya serdana xwe de bi Serokwezîrê Japonê Kişida re bicive, rewşa dawî ya pêwendiyên dualî gotûbêj bike.
Li gorî çapemeniya neteweyî, Yoon dikare wekî çavdêr ji bo Lûtkeya Rêberên G7ê ku bi mazûvaniya Japonya li Hîroşîmayê bê lidarxistin, were vexwendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin