Resnûdî: Pistî serdana Tehranê têkiliyên Kurdistan û Îranê bihêztir bûne
PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Nesrula Reşnûdî got ku piştî serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê bihêztir bûne.
Nesrula Reşnûdî, eşkere kir ku dê Berpirsê Wezareta Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî roja Pêncşemê 13ê Hezîranê biçe Bexdayê û roja Înê jî bigihîje Hewlêrê.
Li gorî nûçeya Rûdawê Reşnûdî got, îsal jî ziyaretkarên Şîe bi deriyên Temerçîn- Hacî Omeran û Başmaxê re tên Herêma Kurdistanê û ji wir jî diçin ser mezarên pîroz ên Şîeyan ên li başûrê Iraqê.
“Pêwendiyên Hewlêr û Tehranê baştir bûne”
Herwiha Nesrula Reşnûdî behsa pêwendiyên baş ên navbera Îran û Herêma Kurdistanê jî kir û da xuyakirin: “Piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Îranê, pêwendiyên aliyan bihêztir bûne û niha di rewşeke baş de ne.”
Reşnûdî anî ziman, dê Elî Baqirî li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin