Pistî serdana Zerîf bo Iraqê Kazimî çû Tehranê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî serdana Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf a du roj berê, çû Tehranê.
Nivîsgeha Serokwezîrtiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Mistefa Kazimî tevî şandekê ber bi Tehranê ve bi rê ketiye.Herwiha hat ragihandin ku Kazimî demek berê gihîştiye Tehranê û dest bi danûstandinên ligel berpirsên Îranê dike.
Li gorî daxuyaniyê wê Kazimî li Tehranê bi hejmarek berpirsên Îranê re hevdîtinan bike û çend mijarên di navbera herdu welatan de bên guftûgo kirin.
Biryar bû Kazimî serdana Erebistana Siûdî bike, lê ji ber nexweş ketina Şahê Siûdî Selman bin Ebdulezîz ew serdan hatibû betalkirin û berê xwe da Tehranê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin