Mistefa Kazimî serdana sînorê Iraqê yên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dike
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, piştî bûyer û aloziyên li Hesekê û serîhildana çekdarên DAIŞê yên li girtîgeha Xiwêranê, serdana sînorê Iraqê yên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dike.
Li gor çavkaniyên ewlehiyê, Mistefa Kazimî îro bi serdaneke neçaverêkirî gihîşt parêzgeha Mûsilê û wê ji bo şopandina rewşa ewlehiyê li navçeyê û nirxandina amadehiya hêzên Iraqî, serdana navçeyên sînorî yên Iraqê û Sûriyê bike.
Herwiha biryar e Mistefa Kazimî bi berpirsên artêşa Iraqê ku çavdêriya sînorê Iraqê yê li gel Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dikin re bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin