Mistefa Kazimî îro serdana Hewlêrê dike

03 October 2022 09:33 0 dîtin
Mistefa Kazimî îro serdana Hewlêrê dike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro serdana Hewlêrê dike û bi berpirsên payebilind ên Kurdistanê re dicive.

Li gor zanyariyan, Kazimî di serdana xwe de beşdarî merasîma salvegera koça dawî ya Celal Talebanî dibe ku wê îro li Salona Şehîd Seed Ebdula ya li Hewlêrê bireve biçe.

Hat eşkerekirin ku Serokwezîrê Iraqê di serdana xwe de wê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive.