Mistefa Kazimî îro serdana Tehranê dike û bi serokomarê Îranê re dicive

12 September 2021 10:20 0 dîtin
Mistefa Kazimî îro serdana Tehranê dike û bi serokomarê Îranê re dicive

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro Yekşemê 12ê Îlonê serdana Tehranê dike û bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re dicive.

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê eşkere kir, Mistefa Kazimî li ser vexwendina fermî ya Îbrahîm Reîsî serdana Îranê dike û armanaca vê serdanê jî bihêzkirina pêwendiyên dualî yên di navbera Iraq û Îranê de ne.

Hat diyarkirin ku wê di civîna Mistefa Kazimî û Îbrahîm Reîsî de mijarên enerjiya atomî û pêwendiyên di navbera Îran û Siûdiyê de jî bêne gotûbêjkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî ku Îbrahîm Reîsî bûye serokomar ev civîna yekemîn e di navbera Mistefa Kazimî û Reîsî de pêk tê ku tenê mehek maye ji hilbijartinên 10ê Cotmehê yên Parlamentoya Iraqê re.

Berpirsekî Iraqî ji medyaya Fransî re ragihandiye ku Kazimî wê pirsgirêkên asayîş, enerjî û pêwendiyên Îran û Siûdiyê ligel Reîsî gotûbêj bike.