Îran û Kubayê pistî 22 salan gelek peyman îmze kirin

04 December 2023 18:54 0 dîtin
Îran û Kubayê pistî 22 salan gelek peyman îmze kirin

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reisî wek serokomarê Îranê piştî 22 salan serdana welatê Kubayê kir û bi Serokê Dewletê Kubayê Mario Diaz-Canel’ê re li Koşka Saadat Abadê civiya.

Hate ragihandin ku di hevdîtina her du welatan de bi taybetî cezayên Amerîkayê, êrîşên Îsraîlê li dijî Xezayê hatin gotûbêjkirin.

Piştî hevdîtinê di warên zanistî, teknolojî, tenduristî, çandî, enerjî û pêwendiyê de gelek peyman di navbera herdu aliyan de hatin îmzekirin.

Îbrahîm Reisî di civîna rojnamevanî de got: “Amerîka plan dikir bi rêya sepandina cezayan welatên me bêbandor bike. Ew fikrê wan şaş bû. Derfetên herdu welatan heger di çarçoveya hevkariyê de were nirxandin û pêşxistin wê cezayan bê bandor bibin.”