Pistî 11 salan Misir û Tirkiyê di asta wezîran de hevdîtin kirin

13 April 2023 23:08 0 dîtin
Pistî 11 salan Misir û Tirkiyê di asta wezîran de hevdîtin kirin

PeyamaKurd – Piştî 11 sal di serde derbas bû, dewleta Misrê û Tirkiyê di asta wezîrên karên derve de li Ankara hevdîtin kirin. Wezîrê karên derve yê Misrê Semih Şukrî li Tirkiyê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu re hevdîtin kir û derketin ber çapemeniyê. Çavuşoğlu ragihang ku:

“Ji bo asta nûnertiyê derxin asta balyozan pêngavên berbiçav davêjin. Em di wextekî pêşiya xwe de mijarê ragihînin. Bê em behsa Fîlîstîniyan bikin, nedibû em civînê bi dawî bikin. Em her wext rola Misrê ya di Rojhilata Navîn de teqdîr dikin. Hewlên Misrê destek dikin. Ji niha û pê de em û Misrê ji bo mijara Lîbyayê, em ê hevkariyê bikin.”

Wezîrê karên derve yê Misrê Şukrî jî di civîna çapemeniyê de got:

“Di hevdîtina me ya îro de em li ser gelek mijaran axifîn. Mijara herî girîng têkiliyên duqolî bûn. Em dixwazin têkiliyên me pêşde herin û derên asta herî jor. Ji bo di asta serokkomaran de civîn bibe, em axifîn. Me bi hûrayî  behsa doza Fîlîstînê kir. Di mijarê de divê xebatekî hevpar bibe û divê Rêxistina Hevkariya Îslamî di mijarê de bi giranî bixebite.

Di babeta enerjiyê de hevkariya me heye. Tirkiye ji Misrê bi zêdayî LNG îtxal dike. Li cem me veberhênanên wan hene. Em dixwazin di hemû sehayan de hevkarî zêdetir bibin. Bi taybetî di enerjiyê de û enerjiya ku mirov dikare wê nûh bike. Potansiyel heye.”