Tirkiyê pistî 8 salan bi Misirê re bê merc dest bi danûstandinê kir

12 March 2021 15:29 0 dîtin
Tirkiyê pistî 8 salan bi Misirê re bê merc dest bi danûstandinê kir

PeyamaKurd – Wezirê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser ji nû ve destpêkirina, pêwendiyên ligel welatê Misirê ku ji ber piştgiriya Tirkiyê ya bi Îxwanê re û pisrgirêkên wekî krîza Rojhilata Derya Spî û destwerdana Libyayê pêwendiyên wan ev çend salên dawî qut bûbûn, daxuyanî da.

Çavuşoglu ragihand ku danûstandina bê şert û merc a dîplomatîk bi rêya wezareta derve û saziyên îstixbarî ligel Misirê dest pê kiriye.

Wezîrê Tirk herwiha ji bo danîna pêwendiyê bi Erebistana Siûdî û Îmarat re got ku ti sedemek nîne ji bo destpêkirina pêwendiyan û heman rewş ji bo pêwendiyên Siûdî û Îmaratê jî derbas dibe.

Hêjayî gotinê ye, têkiliyên Tirkiyê piştî darbeya leşkerî ya 2013an û ji ber sedemên piştevaniya rêxistina Îxwanê û destwerdanên li ser xakên Sûriye û Libyayê yên Tirkiyeyê qut bûbûn û ji wê demê ve ti têkiliyeke dîpolmatîk di navbera herdu welatan de çênebûye.

Di demên dawî de rêveberiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi taybet piştî hatina ser kar a serokê Amerîkayê Joe Biden dest bi guhertina polîtîkaya derve kiriye ku ji bilî welatên Ereb bi Îsraîlê re jî danûstandinên xwe ji nû ve dane destpêkirin.