Îtalya asta têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Kurdistanê re derdixe asta serkonsiliyê

20 April 2024 18:22 0 dîtin
Îtalya asta têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Kurdistanê re derdixe asta serkonsiliyê

PeyamaKurd – Dewleta Îtalyayê bi herêma Kurdistanê re heya niha di asta dîplomatîk de xwediyê konsilxanê bû lê niha asta xwe ya dîplomatîk bi Kurdistanê derdixe serkonsuliyê. Di mijarê de balyozê Îtalyayê Maurizio Greganti ji bo Rûdawê ragihandiye ku Îtalya konsulxana xwe ya li Hewlêrê nûh kiriye û bi Herêma Kurdistanê re têkiliyên wan yên mukemmel hene. Greganti got:

“Ez bi dilxweşî radigihînim ku di nêz de konsulxana me bû serkonsulî ji ber têkiliyên me bi Kurdistanê re di asteka baş de ye. Îtalyan û Kurd ji aliyê hissî de bi Kurda re gelek nêzî hev in.”

Greganti, di mijara veberhênana Îtalya ya di Herêma Kurdistanê û Iraqê de got ku destekê didin Kurdistanê û Iraqê û weha dewam kir:

“Kargehên me ji xwe aktîfin. Dema em ji Erdbîlê derbas dibin gelek û li Silêmaniyê birek maxazayên marka Îtalya dibînin. Ji bo min jî, weka balyozê Îtalyayê kêf e. Dinya kar, gelek îşan dike. Em jî weka hukumet dixebitin ku veberhênanên Îtalyayê bînin vir, têkiliyên navbera karsazên Îtalyayê û Iraq û Herêma Kurdistanê hêsantir bikin û ji destê me çi tê em destekê didinê.”

Dema di sala 2014an de IŞİDê hinek axa Iraqê û Sûriyê xist destê xwe, Îtalya yekser bû endamê koalisyona navdewletî ya li hemberê IŞİDê. Li ser mijarê balyozê Îtalyayê got:

“Ez difikirim ku me karekî gelek baş kiriye. Yanî hêzên asayîşa Iraqê, Pêşmerge û temamên hêzên din, koalisyona navdewletî ji bo têkbirina IŞİDê em gelek xebitîn. Li hinek deverên welat hê jî yekîneyên wan yên biçûk hene. Êdî ew ji bo Kurdistanê û Iraqê tehdîd nînin. Hêjî li wê derê ne. Eger tehdîd bin jî, êdî ev karê koalisyona li hemebrê IŞİDê, Pêşmerge û hêzên Iraqê ne ku komîta wan ya bilind ya leşkerî heye.”