Kanada dixwaze di hemû astan de têkiliyên bi Kurdistanê re bipês bixe

17 December 2019 16:57 0 dîtin
Kanada dixwaze di hemû astan de têkiliyên bi Kurdistanê re bipês bixe

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê li Selaheddîn pêşwaziya balyozê nû yê Kanada li Iraqê Ulric Shannon û Berpirsa Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanada li Hewlêrê Ashly Doric kir.

Malpera Serok Barzanî ragihand ku di hevdîtinê de Balyozê Kanada ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya bi yekem serdana xwe ya Kurdistanê û hevdîtina ligel Serok Barzanî, sosretiya xwe bi pêşketin û aramiya Kurdistanê nîşan da û rola Serok Barzanî di proseya siyasî û serkirdayetîkirina şerê têkşikandina DAIŞê de bilind nirxand.

Ulric Shannon peywendiyên welatê xwe yên ligel Herêma Kurdistanê bi girîngî da zanîn û tekez kir ku ew hevkarî û hemahengiya Kanada ya di şerê DAIŞê de li gel Herêma Kurdistanê de hebû, berdewam dibe û dixwazin di hemû astan de peywendiyên xwe yên li bi Herêma Kurdistanê re pêş bixin.

Serok Barzanî ji bilî pîrozbahîkirina Balyozê Kanada ji bo destbikarbûn û erkê wî yê nû hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û piştevaniya xwe jî ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên Kanada û Herêma Kurdistanê derbirî.

Herwiha di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û herêmê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Bexda û metirsiyên serhildana terorê jî hatin gutûgokirin.