Fînlanda dixwaze di hemû waran de têkiliyên xwe bi Kurdistanê re pês bixe

06 December 2021 19:01 0 dîtin
Fînlanda dixwaze di hemû waran de têkiliyên xwe bi Kurdistanê re pês bixe

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 6ê Kanûnê roja Duşemê pêşwazî li  Balyozê nû yê Fînlanda li Iraqê Matti Lassila kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo destbikarbûn û ji bo roja serbixweyî ya Fînlanda pîrozbahiyê lê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî bi xwe û gel û hikûmeta welatê wî xwest. Her wiha spasî Herêma Kurdistanê ya ji bo Fînlanda dûpat kir ku li sala 2015an ve li çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê da, hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê dike.

Birêz Balyozê Fînlanda bal kişand li ser wê yekê ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û xwazyar e li hemû waran da peywendiyan zêdetir pêş bixe, tekez li wê yekê jî kir ku welatê wan li çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî da, li hevkarî û piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.

Herwiha nirxandina hilbijartinên Iraqê û hengavên pêkanîna Hikûmeta paşerojê ya Iraqê, amadehî û pêgeha Herêma Kurdistanê li proseya siyasiya Iraqê da, girîngiya aramiya siyasî, pirsa koç û koçberan û rewşa navçeyê bi giştî, mijareke dinê hevdîtinê bû.