Almanya dixwaze di hemû waran de pêwendiyên bi Kurdistanê re xurt bike

26 October 2021 15:57 0 dîtin
Almanya dixwaze di hemû waran de pêwendiyên bi Kurdistanê re xurt bike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê pêşwazî li Balyozê Almanya yê nû li Iraqê Martin Jager kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê Almanya yê nû li Iraqê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest ji bo pêşvebirina pêwendiyên Almanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re.

Balyozê Almanya spasiya hevahengî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û daxwaza welatê xwe ya pêşxistina pêwendiyên di hemû waran de bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.

Di hevdîtinê de, herwiha guftûgo derbarê hilbijartinên vê dawiyê yên Iraqê û Almanya, çaksaziyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û girîngî û berdewambûna hevkarîkirina Pêşmerge hatin kirin.