Belçîka amade ye di hemû waran de pêwendiyên ligel Kurdistanê pês bixe
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Tîrmehê pêşwazî li Balyozê Belçîka yê li Iraq û Urdinê Filip Vanden Bulcke kir.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin, di civînê de geşedanên herî dawî yên li Iraq û herêmê û pêşvebirina pêwendiyên Belçîka û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Balyozê Belçîkayê silav û rêzên Serokwezîrê Belçîkayê gihand Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bal kişand ser serdana serkeftî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Belçîkayê û amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan di hemû waran de ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevkariya Belçîkayê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de piştevanîkirina Pêşmerge didomîne.
Barzanî tekezî li girîngiya berdewambûna pêwendî û hemahengiya navbera Belçîka û Herêma Kurdistanê kir, ji bo wan mijarên ku cihê girîngiya her du aliyan in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin