Rûsya kete amadebasiyê: Hemû gestên 5 balafirxaneyan rawestiyan
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rûsyayê ji ber îhtimala êrîşên dronî bi ser balafirxaneyan de, ketiye amadebaşiyê û hemû geştên wan 5 balafirxaneyan bi awayê dualî daye rawestandin.
Desteya Balafirvaniya Federalî ya Rûsyayê îro 26ê Kanûnê ragihand ku hemû geştên li balafirxaneyên li Moskowê û Kalogayê hatine rawestandin.
Desteya Balafirvaniya Federalî ya Rûsyayê eşkere kir ku, biryar wekî amadekariyekê hatiye wergirtin û ihtîmal heye êrîşên dronî li ser wan her du balafirxaneyan pêk werin.
Li gorî biryarê geştên asmanî li çar balafirxaneyên Moskowê û balafirxaneya bajarê Kalogayê rawestiyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin