Welatekî hemû deverên sînorî yên derbasbûna Rûsyayê girt
PeyamaKurd – Welatê Fînlandayê hemû xalên sînorên xwe yên bejahî yên bi Rûsyayê re girt.
Fînlandayê ragihand ku xalên derbasbûnê yên berê girtî û hin benderên li ser sînorê Rûsyayê dê heta demeke nediyar girtî bimînin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, benderên Haapasaari, Nuijamaa û Santio ji 15ê Nîsanê û vir ve ji bo keştiyên geştiyariyê heta demeke nediyar girtî ne.
Fînlandayê daye xuyakirin ku di dawiya sala borî de ji ber zêdebûna hejmara kesên ku ji welatên wek Sûriyê û Somaliyê tên, di van salên dawî de sînorên xwe yên bejayî yên bi Rûsyayê re girtiye û armanc jî pêşîgirtina koçberên neyasayî ye.
Di daxuyaniyê de tekezî hatiye kirin, ku eger pêla koçberên neqanûnî ber bi Fînlandayê ve bidome, ev yek dê bibe metirsiyeke cidî li ser ewlekariya neteweyî û nîzama giştî ya welat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin