Deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê dîsa ji aliyê Tirkiyê ve hatin topbarankirin

17 September 2022 09:58 0 dîtin
Deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê dîsa ji aliyê Tirkiyê ve hatin topbarankirin

PeyamaKurd – Deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê dîsa ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin û di encamê de welatiyek birîndar bû.

Li gor zanyariyan, do Înê 16ê Îlona 2022yan, ji ber topbarana artêşa Tirkiyê, li gundê Evlihê yê navçeya Batîfa ya li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê welatiyek birîndar bû.

Hat zanîn ku navê welatiyê birîndar bûye, Mehdî Ebas Ne'man e û 46 salî ye, parçeyekî gulletopek li ber destê wî ketiye û li Nexweşxaneya Zaxoyê tedawiya pêwîst ji bo wî hatiye kirin û tendirustiya wî baş e.

Herwiha ji bilî birîndarbûna welatiyê bi navê Mehdî Ebas Ne'man, heta niha ziyanên topbaranê eşkere nebûye.