Îranê careke din deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike
PeyamaKurd – Artêşa Îranê, careke din deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran kir.
Topxaneyên Îranê, îro danê sibê dîsa deverên derdora nahiya Sîdekan a bajarê Soran ê Herêma Kurdistanê topbaran kir.
Li gorî zanyariyan, herî zêde zozana sînorî ya Berbizina hat topbarankirin.
Di nav 5 rojên borî de, ev cara çarem e Îran bi behaneya hebûna hêzên Rojhilatî deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran û bordûman dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin