Di êrîsa li herêma sînorî de 4 pasdarên Îranê hatin kustin

19 December 2022 22:30 0 dîtin
Di êrîsa li herêma sînorî de 4 pasdarên Îranê hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nêzîkî sînorê Pakistan-Îranê di encama êrîşekê de 4 pasdarên Îranê hatin kuştin.

Li gorî ragihandina ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, li herêma Serawan a nêzî sînorê Pakistanê 4 endamên Supaya Pasdaran a Îranê hatine kuştin.

Herwiha ajansa Tasnîmnews a Îranê jî daye xuyakirin ku ‘di şerê li hemberî komên terorîst’ ên li bajarê Serwan ê li rojhilatê Îranê de 4 endamên Pasdaran hatine kuştin.

Ajansên Îranê derbarê kesên êrîş kirine de hurgiliyên zêdetir belav nekirin.