Serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrîsa li Îranê sermezar kirin

03 January 2024 23:32 0 dîtin
Serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrîsa li Îranê sermezar kirin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser bûyera li Îranê ku di salvegera bîranîna Qasim Suleymanî de, di nav qelebalixê de teqîn hat kirin û di encamê de 103 kes mirin û 141 kes birîndar bûn, bûyerê şermezar kir. Barzanî di daxwuyaniya xwe ya nivîskî de got:

“Em wê bûyera êrîşa terorî ya ku îro li Komara Îslamî ya Îranê ya ku bajarê Kirmanê kir aramanc û bû sedema mirin û birîndarbûna bi dehan hemwelatiyên Îranê, şermezar dikin.

Em ji rêvebiriya komara Îslamî ya Îranê re, hukumeta wê û xelkê wê re sersaxiyê dixwazin. Ji bo kesên candayiyan ji Xwedê rehmetê, ji bo malbatên wan sebrê û ji bo birîndaran ji Xwedê şîfayê dixwazin.”

Li ser bûyera teqîneyî ya Îranê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de daxwuyanî da û sersaxiyê da rêvebiriya Îranê. Mesrûr Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Ez êrîşa tirsonekî ya Kirmanê şermezar dikim. Ji malbatên qurbaniyan re, ji hukumeta Komara Îslamî ya Îranê re sersaxiyê dixwazim. Ji bo birîndaran ji Xwedê şîfayê dixwazim.”