Pasdarên Îranê gefa êrîsa ser binkeyên partiyên Rojhilat li Herêma Kurdistanê xwar
PeyamaKurd – Îranê ji ber hebûna partiyên Rojhilatên Kurdistanê li nav axa Herêma Kurdistanê gefa êrîşan li Herêma Kurdistanê xwar.
Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran a Îranê General Mihemed Xakpûr, li ser hebûna hêzên Rojhilatê Kurdistanê hişyariyek tund da Herêma Kurdistanê û gefa êrîşân xwar.
Xakpûr diyar kiriye, divê welatiyên Herêma Kurdistanê ji binke û baregehên partiyên Kurdistanî yên Rojhilatê Kurdistanê dûr bikevin û ji bo partiyên Rojhilatê Kurdistanê gotiye, “Em ê bersiva terorîstan bidin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Îran gelek caran bi hinceta partiyên Rojhilat êrîşên moşekî li ser Herêma Kurdistanê pêk tîne û serkirdiyên partiyên Rojhilat dike armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin