Di êrîsa Îsraîlê de, sêwirmendê pasdarên Îranê hat kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa Îsraîlê de, li nêzîkî paytexta Sûriye Şamê pasdarekî Îranê hat kuştin.
Supaya Pasdaran a Îranê kuştina efserekî xwe li Sûriyê di encama êrîşên Îsraîlê de, piştrast kir û eşkere kir, Mîlad Heyderî ku wek şêwirmend li Sûriyê dixebitî, di êrîşa vê sibê ya Îsraîlê de li nêzîkî bajarê Şamê can daye.
Herwiha Supaya Pasdaran, bêdengiya saziyên navdewletî li hember êrîşên Îsraîlê yên ser serweriya axa Sûriyê şermezar kiriye û daye xuyakirin ku dê bersiva Îsraîlê bê dayîn.
Hêjayî gotinê ye, artêşa Îsraîlê gelek caran li nav erda Sûriyê êrîşan dibe ser komên milîsên Îranê ku ji aliyê Supaya Pasdaran ve têne birêvebirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin