Tirkiye û Herêma Kurdistanê vekirina deriyekî nû yê sînorî gotûbêj dikin
PeyamaKurd - Parêzgerê Duhokê Elî Teter û Balyozê Tirkiye yê Iraqê Anil Bora, îro 5ê Îlonê li Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan.
Hate ragihandin ku di civînê de, ji bilî hêsankariyên bo bazirganiya navbera herdu welatan û derbasbûna geştiyaran, pêdiviya vekirina deriyekî nû yê sînorî jî hate gotûbêjkirin.
Di civînê de, Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo, Serperiştê Deriyê Îbrahîm Xelîl Hemîd Elî û Birêveberê Karûbarên Komara Tirkiyeyê li Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hoşeng Ehmed Salih û Konsulê Tirkiyeyê li Hewlêrê Erman Tuyçu jî beşdarî kirin.
Rêveberiya Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl piştî civînê ragihand, danûstandin li ser pirsa karkirina hevpar ji bo zêdetir pêşketina lihevguhertina bazirganî, hatin û çûna barhilgiran bi awayê transît hate kirin.
Herwiha hate diyarkirin, danûstandin li ser zêdetirkirina deriyên sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hatin kirin û li ser zêdetir hêsankarîkirinê ji bo geştiyaran di navbera her du welatan de jî guftûgo hate kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin