Di topbarana Tirkiyeyê de 2 sivîlên Herêma Kurdistanê birîndar bûn

12 July 2024 14:57 0 dîtin
Di topbarana Tirkiyeyê de 2 sivîlên Herêma Kurdistanê birîndar bûn

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku artêşa Tirk, dîsa Herêma Kurdistanê topbaran kiriye û di encama topbaranê de 2 welatî birîndar bûne.

Jêderên herêmî agahdar kirin ku li devera Biradostê ya rêveberiya serbixwe ya Soranê ya Hewlêrê, di encama topbarana artêşa Tirk de 2 welatiyên sivîl birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan, Artêşa Tirk zozanên Lolan û Binarê Çiyayê Şekiwyanê yên devera Biradostê topbaran kiriye.

Birêveberê Nexweşxaneya Sîdekanê Karwan Feysel li ser mijarê ji Rûdawê re got: “Ji me re hate ragihandin ku 2 welatî birîndar bûne û em xwe amade dikin ku wan bigihînin nexweşxaneyê û wan derman bikin.”

Karwan Feysel herwiha diyar ku ji ber nearamiya deverên sînorî, ew nikarin ambulansê bişînin herêmê û welatiyên birîndar bînin nexweşxaneyê.