CPT: Di êrisên Tirkiyeyê yên Herêma Kurdistanê de 152 sivîlan can da

07 March 2024 12:48 0 dîtin
CPT: Di êrisên Tirkiyeyê yên Herêma Kurdistanê de 152 sivîlan can da

PeyamaKurd – Berpirsê Tîmên Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman da zanîn ku di êrişên artêşa Tirk ên li dijî axa Herêma Kurdistanê de ji 2015an vir ve herî kêm 152 sivilan canê xwe ji dest daye û 228 sivîl jî birindar bûne.

Berpirsê CPTê Kameran Osman di derbarê êrişên artêşa Tirk ên li ser axa Herêma Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî.

Kameran Osman ragihand ku artêşa Tirk ji 1ê Çileyê heta 1ê Adarê, li diji axa Herêma Kurdistanê 230 êriş û li diji axa parêzgeha Neynewayê jî 4 êriş pêk aniye.

Di derbarê cure û dabeşbûna li parêzgehên Herêma Kurdistanê yên erişên artêşa Tirk de jî endamê CPTyê Kameran Osman da zanîn ku ji 234 êrişan 194 bi frokeyên şer, 28 bi topbaranê û 12 jî bi frokeyên bêmirov pêk hatine û ji van êrişan 35 jê li Silêmaniyê, 109 li Dihokê û 86 jî li Hewlêrê pêk hatine.

Osman ragihand ku ji Tebaxa 2015an heta niha, di encama êrişên artêşa Tirk ên li dijî axa Herêma Kurdistanê de 152 sivîlan canê xwe ji dest dane û 228 sivîl jî birîndar bûne.”

Kameran Osman her wiha da zanîn ku ji destpêka îsal heta niha, di encama êrişên artêşa Tirk de li Herêma Kurdistanê 2 sivîlan canê xwe ji dest daye.