Mesrûr Barzanî: PDK parêzvana Statuya Herêma Kurdistanê û partiya hemû deverên Kurdistanê ye

14 August 2023 19:35 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: PDK parêzvana Statuya Herêma Kurdistanê û partiya hemû deverên Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro 14ê Tebaxê li bajarê Duhokê li ofîsa rêxistina parêzgeha Duhokê ya PDKê ji aliyê Endamê Polîtburo û Berpirsê Ofîsa Rêxistina Duhokê Piştîwan Sadiq û endamên ofîsê ve hate pêşwazîkirin.

Mesrûr Barzanî di civînê de, bal kişand ser girîngiya zêdetir têkelbûna berpirs û kadro û endamên PDKê ligel xelkê, da ku ji nêzîk ve agahdarê xwestek û daxwaz û pêwîstiyên cemawer bin û bibin hevahengkar û alîkarên saziyên hikûmetê, ji bo ku bikare bi awayê herî baş, karnameya xwe ya xizmetguzariyê bicih werîne.

Cîgirê Serokê PDKê da zanîn ku PDK xwedî serokekî mezin û rabirdûyeke pir şanazî û partiya pêşrew a tevgera azadîxwaz a Kurdistanê û parêzerê destkeftên niştimanî û statuya Herêma Kurdistanê ye, loma divê serkirde û endam û alîgirên PDKê di asta mezinahiya PDK û dîroka wê ya tijî serwerî bin û xizmetkarê miletê xwe bin û di xizmetkirina xelkê de, çi ji destê wan bê, texsîr nekin.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir, ku PDK partiyeke Kurdistanî û ya hemû navçe û deverên Kurdistanê ye, lê belê pêgeheke taybet a Badînanê heye û xelkê vê deverê, gelek qurbanî di bizava rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de dane û her dem bi rêz û pêzanînê ve xebat û qurbanîdanên xelkê Badînanê dinirxînin.