Mesrûr Barzanî: Hin kes di xewna jinavbirina statuya Herêma Kurdistanê de ne
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, civîneke rojnamevanî li ser rewşa darayî û pêwendiyên di navbera Hewlêrê û Baxdayê de li dar xist.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Em hêvîdarin di demeke nêzîk de bigihin rêkeftinê li gel hikûmeta Iraqê. Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin pabendî destûrê û mafên xelkê Herêma Kurdistanê bin.”
Mesrûr Barzanî li ser xwepêşandanên xirabkar û têkdanê ku ev çend roj in li dorûbera Silêmaniyê berdewam dikin û baregehên partiyan têne şewitandin diyar kir, “Hin kes xewnê bi vê yekê dibînin ku statuya Herêma Kurdistanê ji nav bibin” û da zanîn: “Di nava xwepêşanderan de xelkê Sûriyê û derveyî Herêma Kurdistanê hebûn.”
Serokwezîr Barzanî got, bila her kes piştrast be ku wê Kurdistan ji vê rewşa niha jî bi awayekî serkeftî derbas bibe.
Serokwezîr Barzanî got ku encûmena wezîrên herêma Kurdistanê ji bo du babetên girîng civiya ku bûyerên vê dawiyê yên herêma Kurdistanê û guftûgoya navbera herêma Kurdistanê û Bexdaye bûn.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê piştevaniya xwe û ya hikûmetê bo azadiya ramanê û daxwaza mafên xwekirinê ji aliyê hemwelatiyan ve nîşan da û destnîşan kir: “Ew hemwelatiyên daxwaza mafên xwe dikin, pêwîste bizanin daxwaza maf li kî bikin, daxwaz li wan kesan dikin ku mafê herêma Kurdistanê binpê kirine, bila mafên destûrî bicih bînin.”
Mesûr Barzanî got, di wan bûyeran de armancên din li pişt hene û got, “Hin xelk hene ku xwe şimitandine nav xwepêşandanan û rêya xwepêşandanê guhertine û êrîşî fermangehên hikûmetê û binkeyên partiyan dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin