Mesrûr Barzanî: Êrîs ji bo nehistina statuya Kurdistanê têne kirin, sermezarkirina welatên dost têrê nake!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbarê êrîşa ser qada Gazê ya Kormorê de, îro înê 26ê Çile peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyamê de got: “Ew êrîşên cuda cuda yên li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin bizavên dijmin û neyar û xayînan in ji bo nehêlana qewareyê Herêma Kurdistanê û ew wisa difikirin ku bi van êrîş û guvaştinên berdewam dê Kurdistanê pûç bikin”.
Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Îradeya xelkê têkoşer û neteweperwer û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek ji wê yekê bihêztir e ku bi plan û stemkariyan bişkê, belkî morala me bihêztir dibe û di encamê de tenê şikestin û rûreşî ji bo dijmin û xayînan dimînin”.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha pê de çû: “Em spasiya hevxemî û helwesta welatên dost dikin, ku berdewam ev êrîş şermezar kirine, lê bi daxuyanî û şermezarkirinan ev plan û êrîşên nerewa bidawî nayên û rê li dubarebûna wan nayê girtin”.
Mesrûr Barzanî got: “Em daxwazê ji welatên dost jî dikin ku rêkarên rijd bi cih bînin û alîkariya meydanî ji me re bikin, ji bo ku ewlehiya xelkê me û ewlehiya aborî û seqamgiriya siyasî li Herêma Kurdistanê parastî bin”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanin: “Girîng e ku pêngavên kiryarkî ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve bên avêtin, ji bo bidawîanîna metirsiya van komên neqanûnî û divê ewlehiya Îraqê tevaya Herêma Kurdistanê biparêze”.
Mesrûr Barzanî dawiyê got: “Bi xweragirî û moraleka bilind ve berhingarî wê planê bibin û bila hestê we yê neteweperweriyê her bihêz be û rêyê nedin xwefiroş û axfiroş û beniyên nehezan ku Kurdistanê û xebat û destkeftiyên wê gorî tirsinokî û zikreşî û bêwijdaniya xwe bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin