Welatekî hemû têkiliyên dîplomatîk bi Îranê re birîn

07 September 2022 20:50 0 dîtin
Welatekî hemû têkiliyên dîplomatîk bi Îranê re birîn

PeyamaKurd – Welatêk qefqasan Albanyayê (Arnawut) biryar da hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên ligel Îranê qut bike û 24 saet jî mohlet da balyozxaneya Tehranê ya Tîranê ku terka welat bike.

Serokwezîrê Albanyayê Edî Rama, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, Desteya Wezaretan biryar daye ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Komara Îslamî ya Îranê re demildest bibire.

Herwiha ji  balyozxaneya Îranê ya Tîranê re jî hat gotin ku divê di nav 24 saetan de tevî hemû xebatkarên xwe yên dîplomatîk, teknîkî, îdarî û ewlehiyê terka herêmê bikin.

Edî Rama, Îran bi êrîşa sîberî ya giran bo ji holêrakirina binesaziya dîjîtal a hikumeta Albanyayê tawanbar kir û got, ew bi lêkolîneke hûrgulî jê piştrast bûne ku êrîş ji aliyê Tehranê ve hatiye kirin.