Pakistanê hemû pêwendiyên dîplomatîk ên bi Îranê re rawestand
PeyamaKurd - Qeyrana navbera rejima Îranê û Pakistanê, piştî êrişa mûşekî ya Pasdarên Îranê ya li dijî parêzgeha Belûcistanê ya Pakistanê mezintir bû.
Hate ragihandin ku Pakistanê balyozê xwe yê Tehranê vegerandiye welat û nehiştiye ku balyozê Îranê vegere Pakistanê. Pakistanê her wiha hemû hevdîtinên bi rayedarên payebilind ên rejîma Îranê re betal kiriye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê di daxuyaniyekê de di derbarê vê qeyranê de got: "Binpêkirina eşkere û ne rewa ku şeva borî li ser serweriya Pakistanê ji aliyê Îranê ve hat kirin, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û armanc û prensîbên peymana Neteweyên Yekbûyî têk biriye. Ev kiryar neqanûnî ye, bi temamî nayê qebûlkirin û tu sedemeke ku vê helwesta Îranê pesend bike tune ye."
Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê herwiha gef li Îranê xwar û got: "Li hember vê kiryara neqanûnî, mafê bersivdayînê yê Pakistanê heye. Berpirsiyariya encamên wê rasterast li ser milê Îranê ye."
Wezareta Derve ya Pakistanê da zanîn ku wan vê peyamê gihandiye rejîma Îranê û wan ji Îranê re ragihandiye ku Pakistanê biryar daye ku balyozê xwe yê Tehranê vegerîne û balyozê Îranê yê Pakistanê ku niha li Îranê ye jî venegere Pakistanê.
Wezaretê her wiha diyar kir wan biryar daye ku hemû serdanên di asta bilind de yên bi Îranê re yên ku didomin an jî hatine plankirin rawestînin.”
Wezareta Derve ya Pakistanê êvara Sêşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku di êrîşa Îranê ya li ser xaka wê de 2 zarok hatin kuştin û 3 keç jî birîndar bûn.omê bike armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin