Hikûmeta Alman hemû konsulxaneyên Îranê digire
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî îdamkirina welatiyê Alman-Îranî Cemşîd Şerhmed asta rageşiya navbera Almanya û Îranê bilind dibe.
Wezareta Derve ya Almanya ragihand ku ew dê wekî berteka îdamkirina Şerhmed di 28ê Cotmehê de, 3 konsulxaneyên Îranê yên li Almanyayê bigirin.

Wezaretê da xuyakirin, wê konsulxaneyên Îranê yên li bajarên Frankfurt, Hamburg û Munhenê bên girtin û mafê rûniştinê yê 32 welatiyên îranî yên xebatkarên wan konsulxaneyan jî were betalkirin.
Hate diyarkirin, wê tenê balyozxaneya Berlînê ya Îranê vekirî bimîne û 32 karmendên wan konsulxaneyan jî neçar bibin terka Almanyayê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin