Almanyayê hemû planên bazirganiya xwe ya ligel Îranê rawestand
PeyamaKurd - Wezareta Aborî ya Almanyayê ragihand ku welatê wan hemû planên berfirehkirina karên bazirganî yên ligel Îranê rawestandiye.
Wezareta Aborî ya Almanyayê, hemû planên ji bo berfirehkirina bazirganî û veberhênê yên bi Îranê re amade kiribûn, bi sedema rewşa awarte û xwepêşandanên xelkê û tundûtujiya rejîma Îranê rawestand.
Li gorî nûçeya ajansa Reutersê rawestandina wan tiştên bazirganî wê bandorê li ser budçeya hinardekirinê û garantiya veberhênan bike û herwiha li ser perwerdekirina birêveber û bernameyên pêşangeha bazirganî ya Almanyayê li Îranê bandorê bike.
Hêjayî gotinê ye, Almanya di nav welatên Ewropayê de, welatê herî zêde karê bazirganî ligel Îranê dike ye ku para wê nêzî 30% bi giştî hinardekirina Yekîtiya Ewropayê bo Îran. Herwiha Almanya navenda sereke ya hinardekirina Îranê bo Ewropayê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin