Elî Teter: Hemû hewl ji bo kêmkirina bazirganiya mirovan tên dayîn

30 July 2024 16:30 0 dîtin
Elî Teter: Hemû hewl ji bo kêmkirina bazirganiya mirovan tên dayîn

PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kêmkirina bazirganiya mirovan hemû hewlan dide.

Rêveberiya Nehiştina Tawanên Rêxistinî ya Duhokê bi beşdariya Parêzgariyê Duhokê Elî Teter, îro 30yê Tîrmehê civîna “Hişyariyên bo tawanên rêxistî yên bazirganiya mirovan’ li dar xist.

Elî Teter di civînê de got, “Niha hejmareke zêde ya qaçaxçiyan ciwanên welatê me dixapînin û wan wekî alaveke bazirganî bi kar tînin, ji ber ku jê re dibêjin; em ê we bibin welatekî Ewropayê û misogeriya gihîştinê jî didin wan, lê mixabin piraniya wan bi rêya gihîştina Ewropayê dixeniqin.”

Teter eşkere kir, “Bi dirêjahiya dîrokê bazirganiya bi mirovan li Rojhilata Navîn hebûye û niha jî nehatiye binbirkirin. Pêdivî ye li ser asta navdewletî jî hevahengiyeke baştir ji bo kêmkirina bazirganiya bi mirovan di navbera welatan de hebe.”

Parêzgarê Duhokê got: “Em wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî hewlên xwe didin ku bazirganiya bi mirovan ji bo nizimtirîn ast kêm bikin. Ti welatekî nekariye û nikare wê diyardeyê ji holê rake, lê em dikarin ji bo nizimtirîn astê kêm bikin.”