Mesrûr Barzanî: Em dixwazin pêwendiyên ligel Almanyayê di hemû waran de pês bixin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 9ê Hezîranê li paytext Hewlêrê bi şandeke Parlamentoya Almanyayê ya ku parlamenter Max Lucks û Kassem Taher Saleh pêk hatibû re civiya.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de, şanda parlamena Almanyayê êrîşa terorî ya şeva borî li ser bajarê Hewlêrê bi tundî şermezar kir û girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê anîn ziman ku herwiha tekezî li piştevaniya Almanya li aramiya Herêma Kurdistanê hate kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî spasîkirina Almanya ji bo hevkariyên wê bo Herêma Kurdistanê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Almanyayê di hemû waran de nîşan da.
Di beşeke din a civînê de, çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê hemecurkirina aborî, pêşvebirina veberhênana Almanî û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federalî li ser binemaya destûrê hatin gûftûgokirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin