Mesrûr Barzanî: Em amade ne pêwendiyên ligel Amerîkayê xurtir bikin

28 January 2021 17:18 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em amade ne pêwendiyên ligel Amerîkayê xurtir bikin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 28ê Çile li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civîna ku Konsolê Giştî yê Amerîka Rob Waller li Hewlêrê jî amade bû de, behsa rewşa Iraqê û geşkirina bêhtir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hat kirin.

Serokwezîr Mesrû Barzanî da xuyakirin, şanazî ye ku serokê nû û rêveberiya nû ya Amerîka agahdarî rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê ne û amade ne kar û hevkariyê bikin, da ku pêwendiyên me yên bi Amerîka re di hemû waran de xurtir bibin. 

Herwiha rêya danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, hilbijartinên bê yên Iraqê, girîngiya berdewambûna hevkariyê ji bo rûbirûbûna gefên terorê, bandor û arîşeyên aborî û siyasî beşeke din a vê kombûnê bûn.